Adar 20, 2023 17:54 Asia/Tehran
  • Hinardekirina berhemên Îranê bo welatên cîran sedî 20 zêde bûye

Berdevkê Komîsyona Geşatiya Bazirganiyê ya bazirganiyaMala Pîşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê, ragihand ku hinardekirina berhemên Îranê bo welatên cîran sedî 20 zêde bûye.

“Ruhullah Letîfî”, Berdevkê Komîsyona Geşatiya Bazirganiyê ya bazirganiyaMala Pîşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê got: Sercem hinardekirina Îranê di 11 mehan de bo 15 welatên cîran, nêzîkî 28 milyar dolarî bû ku sedî 20 hatiye zêdekirin.

 Kabîneya Seyd Îbrahîm Reyîsî, berfirehkirina peywendiyên xwe bi welatên cîran re daniye nav ewlewiyeta xwe.

 Letîfî her wiha got: Ji ber hinardekirina zêdetir anegorî asta derkirînê, tiraza bazirganî bi welatên cîran bi qasî 2 milyar û 520 dolarî bûye.

 Berdevkê Komîsyona Geşatiya Bazirganiyê ya BazirganiyaMala Pîşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê, derbarê bazirganiya 11 mehan bi welatên cîran re got: Ji destpêka sala 1401’ê ve heta dawiya meha derbasbûyî, 88 milyon û 153 hezar û 464 ton kelûpel bayê 53 milyar û 364 milyon û 680 hezar dolarî di navbera Îran û 15 welatên cîran hat danûstandin ku anegorî par sedî 16 zêde bûye.

 Berdevkê Komîsyona Geşatiya Bazirganiyê ya BazirganiyaMala Pîşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê, got: Îmarat, Tirkiye, Pakistan, Uman, Iraq û Qezaqistan, ew heft welat bûn ku kelûpelên xwe di yazdeh mehan de firotin Îranê.

 

Serepeyv