Adar 17, 2023 14:51 Asia/Tehran
  • Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê bi Mîrê Dubeyê ra hevdîtin pêk anî

Wekîlê Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî ku di eynî demê da Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê ye, “Elî Şemxanî” bi Cîgirê serokê hikûmetê, serokwezîr û mîrê Dubeyê “Şêx Mihemed Bin Raşêd Alê Mektûm” ra hevdîtin pêk anî.

“Elî Şemxanî”  di vê hevdîtinê da pêgirî ser lezandina bicihanîna rêkevtinameyên berê ji bo rakirina berbendên ser rêya hevkarîya dualî kir û got: “Komara Islamî ya Îranê bi awayekî ciddî bi dû xurtkirina hevkarîya berdewam û avaker digel cînaran e û ev yeka hewcedarê danuistandin û pêşxistina hevkarîyan di gişk waran da ye, ev yeka dê bê şik bibe sedema xurtbûna ewlehîyê û berfirebûna aramî û rehetîya gelên herêmê.”

“Elî Şemxanî” dîyar kir ku Imarat ji wan akterên bibandor di alûgurên aborî û ticarî da ye û got: “Gotûbêjên digel rayedarên pillebilind ên sîyasî, aborî, darayî û emnî yên Imaratê di vê seredanê da mizginîya panoramayeke zef zelal a pêşxistina peywendîyên dualî û çendalî dide.”

“Şêx Mihemed Bin Raşêd Alê Mektûm” jî di vê hevdîtinê da ji ber lihevkirina Erebistan û Îranê ji bo vejîyandina peywendîyên dualî pîrozbahî li Şemxanî kir û got: “Jordabirina asta peywendîyên dualî û stratejîk digel Îranê hertim ji bo Imaratê û herêmê zef girîng û xenîmet bûye.”

 

Serepeyv