Adar 16, 2023 17:36 Asia/Tehran
  • “Pencereya Neteweyî ya Xizmetên Hikûmeta Hişmend” bû projeya sereke ya Yekitîya Têkilîdanînê ya Navneteweyî

“Pencereya Neteweyî ya Xizmetên Hikûmeta Hişmend” a Îranê di beşa xelatan a Komcivîna cîhanî ya Civata Zanyariyan a îsal bi navê WSIS2023 wek projeya sereke ya Yekitîya Têkilîdanînê ya Navneteweyî hat bijartin.

Li gorî rapora IRNA’yê, “Îsa Zarê’pûr” Wezîrê Têkilîdanîn û IT’yê yê Îranê got: Ji bernameyên stratejîk û girîng ên hikûmeta sêzdehem di warê IT û Têkilîdanînê da, pêkhatina hikûmeta hişmend e.

Zarê’pûr her wiha got: Heta îro sedî 93 ji saziyên cihêner tev li “Pencereya Neteweyî ya Xizmetên Hikûmeta Hişmend” bûne û derdora sê hezar xizmet bi vê rêyê li ber destê bikarêneran in.

Wezîrê Têkilîdanîn û IT’yê yê Îranê bi gotina vêya ku li gorî plandarêştina pêkhatî biryar e sala bê hemî xizmetên hikûmetê bi rêya Wezîrê Têkilîdanîn û IT’yê yê Îranê raberî gel bên kirin û herî kêm sedî 20 ji xizmetên saziyên cihêner bi awayê hişmend tên raberkirin.

Li gorî gotina Wezîrê Têkilîdanîn û IT’yê yê Îranê di beşa dawiyê ya hekemtiya projeyên hikûmeta elektronîk a pêşbirkên Komcivîna cîhanî ya Civata Zanyariyan (WSIS) ku hevdem digel roja sêyem a komcivîna cîhanî ya Civata Zanyariyan a sala 2023an li Jeneva Swîsê hat lidarxistin, Yekitîya Têkilîdanînê ya Navneteweyî (ITU) ev proje wek projeyeke sereke di warê hikûmeta elektronîk da bijart.

 

 

Serepeyv