Adar 14, 2023 17:04 Asia/Tehran
  • Cejna Newrozê ya Cîhanî | Zerxamî: Newroz cejna herî kevn a mirovahiyê ye

Wezîrê Mîrasa Çandî, Geştyarî û Pêşeyên Destî yê Îranê got: Newroz cejna herî kevn a mirovahiyê ye û hemî gelên cîhanê xwedîyê vê deb û risma cîhanî ya kevn in.

Li gorî rapora IRNA’yê, “Seyid Izetullah Zerxamî’ Wezîrê Mîrasa Çandî, Geştyarî û Pêşeyên Destî yê Îranê êvara Duşemiyê di rêûrisma rêzgirtina ‘Cejna Newrozê ya Cîhanî’ li Tehranê her wiha got: “Newroz ku raboriya wê bi xwezayê va hatiye girêdan, tenê ji bo 12 welatên endamê dosyeya tomarkirina cîhanî nîne, belkî hemî gelên cîhanê xwediyê Newrozê ne.”

Wezîrê Mîrasa Çandî, Geştyarî û Pêşeyên Destî yê Îranê her wiha got: “Gellek têgehên ku Newroz wan dihewîne, nîşan didin ku gişt qencî û rindî bi Newrozê va hatine girêdan.”

‘Cejna Newrozê ya Cîhanî’ bi beşdariya Wezîrê Mîrasa Çandî, Geştyarî û Pêşeyên Destî yê Îranê û hejmareke rayedarên çandî û wêjeyî, balyozên Çîn, Tacîkistan, Qirqîzistan, “Rosanna John Andre” Rêvebera Karûbarên Îdarî û Darayî ya Ofîsa Navçeyî ya UNESCO’yê, nûnerên welatên endamê Dosyeya tomarkirina cîhanî ya Newrozê roja Duşemiyê li Navenda Çandî-Dîrokî ya Niyaweranê ya Tehranê hat lidarxistin.

 

 

Serepeyv