Adar 12, 2023 19:34 Asia/Tehran
  •  Bijartiyên Festîvala Medyayî ya Sibeh’ê hatin nasandin

Rêûrisma bidawîhanînê ya Festîvala Medyayî ya Sibeh’ê li Navenda Komcivînên Navneteweyî ya Radyo û Televîzyona Îranê roja Yekşemiyê, 12ê Adara 2023an bi beşdariya “Peyman Cibillî” Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyonê ya Îranê û komeke berpirsên medyayî yên welêt hat lidarxistin.

Di vê civînê da ji bilî “Peyman Cibillî”, “Wehîd Celîlî” Qayîm-meqamê Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyonê, “Nasir Kenanî” Berdevkê Wezareta Karên Derve, “Hisên Rûzbêh” Alîkarê Berfirehkirina Peywendîyên Çandî yên Navneteweyî yê Rêxistina Çand û Peywendiyên Îslamî, “Ehmed Norûzî” Cîgirê Beşa Dervesînor û “Îbrahîm Elî-Borzî” Sekreterê Festîvala Medyayî ya Sibeh’ê û Rêveberê Kanala Cîhanî ya Seherê jî beşdar bûn.

Armanca lidarxistina Festîvala Medyayî ya Sibeh’ê piştevanî ji îdeyên berhemanîna bernameyên cihêreng ji bo piştevaniya ji gelê Filistînê hatiye ragihandin û xelata wê ya taybet jî bo vê mijarê hatiye terxankirin.

Bijartiyên Festîvala Medyayî ya Sibeh’ê:

Beşa Rapora Radyoyî: “Dara Evdilla” Festîvala Hinara Helebçeyê ji Radyoya Kurdî

Beşa danasîna dublaja herî baş: Tevî sipasiya ji dublaja Rêzefîlma “Kîmîya”yê ji iFilm’a Inglîzî, xelata dublaja herî baş bo “Mihemed Fireydûnî” ji bo dublaja Rêzefîlma “Nûn.X”yê ji Kanala Sehera Kurdî hat pêşkêşkirin.

Beşa danasîna bernameya li gorî mijarê: Tevî sipasiya ji bernameya “Eydane” ya Sehera Kurdî, xelata bernameya herî baş bo Bernameya “Pênc Deqîqe; Şahçirax” ji Kanala Hîspan TV’yê hat pêşkêşkirin.

Beşa danasîna belgefîlma resen a herî baş: Tevî sipasiya ji belgefîlma “Jiyan li nav alayên rengîn” ji Kanala Press TV’yê, xelata belgefîlma resen a herî baş ji ber belgefîlma “Keçên Bê” pêşkêşî “Bêhrûz Nûranîpûr” ji Kanala Seherê hat kirin.

  
  

 

 

 

 

 

 

 

 

Serepeyv