Adar 12, 2023 17:23 Asia/Tehran
  • Cibillî: Îran tûşî şerê aborî û naskirinê bûye

Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyonê ya Îranê di rêûrisma bidawîhanînê ya yekem Festîvala Berhemên Medyayî ya Beşa Dervesînor a vê rêxistinê da, şerê naskirinê û komploya sêmehî bi behaneya cîgeha jinan di demsala payîzê da wek Şerê Hevdudanî li dijî welêt zanî.

“Peyman Cibillî” Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyonê ya Îranê di vê rêûrismê da got: Kanalên farisî yên dijber hewl didin çand, bawerî û deb û rismên gelê Îranê ji nav bibin û ev şerê çandî di destpêkê da bi şerê leşkerî ji aliyê Seddam li dijî  Îranê û piştevaniyên welatên rojavayî ji Seddam dest pê bû.

Serokê Rêxistina Radyo û Televîzyonê ya Îranê bikaranîna potensiyelan wek remz û nihêniya serkeftina li hemberî komployên dijminan zanî.

Cibillî hewldana Erebistana Seûdî ji bo baştirkirina peywendiyan digel Îranê, her wiha peyama rayedarên amerîkî ji bo serhevdahanîna muzakireyên navokî wek şehedeke din ji bo serkeftina Îranê di vî Şerê Hevdudanî zanî ku welat neçar kirine  bi Îranê ra bikevin danûstandinê.

Rêûrisma Bidawîhanînê ya Festîvala Medyayî ya Sibeh’ê sibeha roja Yekşemiyê li Navenda Komcivînên Navneteweyî ya Radyo û Televîzyona Îranê û bi beşdariya hin rayedarên payebilind ên welêt û berpirsên medyayî hat lidarxistin.

Serepeyv