Adar 12, 2023 14:30 Asia/Tehran
  • Serdar Selamî: “Hebûna gelê Îranê li meydanê dijmin bêhêvî kir”

Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî sipasiya ji gelê Îranê ji ber berxwedana mînak li hemberî dijminan, got: Hebûna gelê Îranê li meydanê dijmin bêhêvî kir.

Li gorî rapora Fars News’ê, Serdar Serleşker “Hisên Selamî” Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Yekşemiyê di rêûrisma rêzgirtina li şehîdên Operasyonên Bedr û Xeyberê da ku li bajarê Ûrmiyê, li bakurê rojavayê Îranê hat lidarxistin, tevî amajeya bi zexta bêmînak û dijminatiyên çendalî li dijî gelê Îranê, got: “Ev asta dijminatî û zextê di heyama dîroka mirovahiyê da bêmînak e û eger tenê operasyonek ji gişt operasyonên dijminan di heyama 44 salên derbasbûyî da li dijî her yek ji welatên bihêz ên cîhanê bi cih bihata, ew welat û dewlet ji hilweşiya.”

Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî hegera berxwedana gelê Îranê şopandina berxwedana Îmam û Rêberiyê zanî û got: “Berxwedana bêhempa ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li hemberî dijminatiyên herî zehf bû bayîs ku fermqande û serbaz jî xurt û bawermend bin û ev bawermendî û berxwedana Îmam bû sebeb ku Umet berxwedêr be.”

 

Serepeyv