Adar 06, 2023 18:46 Asia/Tehran
  •  “Îran yê pêbendî rêya dîplomasiyê be”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê yê pêbendî rêya dîplomasiyê bûye û yê pêbendî vê rêyê jî bimîne û got: “Îran çav li rê ye ku demajoya civîna Konseya Biryarderan a Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) di pêvajoya xwe ya teknîkî de bi pêş de here.”

“Nasir Kenanî“ di civîna xwe ya rojnamevaniyê wek berteka li hember pirsekê derbarê gotinên Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê derbarê êrişa eskerî ser Teşkîlata Navokî û berteka Netanyahû derbarê vê yekê de got: “Hikûmeta Îranê di behsa piştgiriya ji mafên naskirî û qanûnî hemî îmkan û zirûfên siyasî, qanûnî û hiqûqî û hemî derfetên ku di çarçoveya qanûnên navneteweyî ji wan ji qanûnên heyî yê di çarçoveya ajansê sûd werbigire.”

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha di bersiva pirsekê derbarê dîplomasî û nêrîna hevkariyê ya Îranê got ku Îran pêbendî dîplomasiyê ye û dîplomasiyê çi di çarçoveya dualî û çendalî, çarçoveya herî baş bo çareserkirina pirsgirêkan dizane û ser esasa wê, reftar dike.”

 Berdevkê Werzareta karên Derve ya Îranê teqez kir, Îranê bi caran û destnîşan kiriye ku pêbendî pêvajoya muzakireya bo vegeriyana berpirsane ya hemî aliyan ji wan hikûmeta Amerîkayê bo berpirsiayriyên xwe di çarçoveya Rêkeftinnameya Navokî de ye.

Serepeyv