Adar 06, 2023 17:22 Asia/Tehran
  • Îslamî: Stewrkirin û pêşîgirtin li zêdebûna kêzikan li Mazenderanê serkeftî pêk hat

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Li baxekî parêzgeha Mazenderanê (bakurê Îranê) destkefta stewrkirin û pêşîgirtin li zêdebûna kêzikan û kêmkirina zirarên wan bi awayê ceribandinî pêk hat û encameke baş hat bidestxistin.

Li gorî rapora Tasnim News’ê, ‘Muhemed Îslamî’ Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê di rêûrisma salvegera 70î ya Zankoya Teknolojî û Çandiniyê ya Zanîngeha Tehranê, Perdîsa Ebû-Reyhan’ê li Pakdeştê (başûrê Tehranê) da, got: 3 destkeft di beşa teknolojî û nûdiyarbûyî da li welêt bi cih hatin ku em dikarin wan ji bo xurtkirina Zincîreya Nirxê (Value Chain) di tenduristiya civakî da bi kar bînin.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: “Zincîreya Nirxê di warê tenduristiya civakî û bedenî ya gel diviyabû zûtirkê pêk bihata da ku gel ji ewlehiya xwarekê li nav welêt zêdetir ji berê behremend bibin. Bernameyên Wezareta Lêkolîn, Zanist û Teknolojiyê li ser vê esasê hatine darêştin û me karî ji bo berfirehkirina wan pêngavine bibandor û baş rakin, lê têrê nakin û divê ev pêngav zêdetir bibin da ku bi rêya Kompaniyên Zanistbingeh, ev pêkvegirêdan bi başî ji bo xurtkirina ewlehiya xwarekê li civakê pêk were.”

Alîkarê Serokkomar û Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: “Divê zanist û teknolojî bi zemîneya pratîkî va were girêdan ku beşa wê ya sereke bi lêkolîn û mînakgirtinê pêk tê, lê pêkhate û nijyarên têkildar jî divê pêk va bên girêdan da ku sûd û behreyeke berbiçav jê were girtin.”

Îslamî got: “Li gorî ewlewiyetên Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê gellek babetên zanistî ji bo kêmkirina afet û zirarên di warê çandiniyê da bi kar hatin ku mînakeke wê bikaranîna Tîrêja Gama’yê ji bo jêbirina afetan ji madeyên xwariniyê ji wan dexl û danan e ku niha di çarçova belgenameyeke hevpar, beşa çandinî û lojestîkî ya welêt li navendên berhemanîn û belavkirinê bi cih bûn û beşeke berbiçav a afetan ku sedî 30 zirar û ziyan digihandin dexl û danan kêm bûn.”

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê di dawiyê da got: “Li baxekî Mazenderanê destkefta stewrkirin û pêşîgirtin li zêdebûna kêzikan bi awayê ceribandinî pêk hat û encameke baş jî hat bidestxistin.”

 

Serepeyv