Adar 02, 2023 15:31 Asia/Tehran
  • Reyîsî di gotûbêja bi Serokwezîrê Belcîkayê re: “Îran dixweze asta peywendiyên xwe bi welatên cîhanê re jorder bibe”

Serokê Komara îslamî ya Îranê di gotûbêja telefonî bi Serokwezîrê Belcîkayê re got ku Îran dixweze asta peywendiyên xwe ên baş û kêrhatî bi welatên cîhanê re ji van li Ewropayê jorde bibe û biparêze.

Seyd Îbrahîm Reyîsî di gotûbêja bi “Alexander De Croo”, Serokwezîrê Belcîkayê re got: Ger hikûmeteke di bin bandora lêzanînên şaş û xalifîner ên komên tetrorîst û kirêgirtî, rêya dijberiyê hilbijêre, yê zirar bike û nabe welatên ewropî bibin serekaniya komplo û gefa dijî berjewendiyên gelê Îranê, ji ber ku Îran dixweze pirsgirêk bi rêya hevkariyê bên çareserkirin, helbet bi mercekê ku aliyê himber jî hema vê nêrînê hilbijêre.

Alexander De Croo, Serokwezîrê Belcîkayê jî di vê gotûbêja telefeonî  de, ser giringiya berfirehkirina peywendî û hevkariyên her du welatan di çarçoveya peywndiyên dîplomatîk ên 130 salî di navbera Tehran- Brukselê teqez kir û got: Belcîka tim bo xurtkirina peywendiyên xwe bi Îranê re , rêya gotûbêjê digre ber xwe û dixweze mesele bi rêkeftin û hevkariyê bên şopandin.

Di vê gotûbêja telefonî de her du aliyan derbarê xurtkirina hevkariyên dualî li hev kirin.

 

Serepeyv