Sibat 28, 2023 19:31 Asia/Tehran
  •  Meşqa hewayî ya Berevanên Esmanê Welayet- 1401’ê

Di meşqa hevpar a pisporiyê ya Berevanên Esmanê Welayet- 1401’ê da, armancên êrişker ên li bilindiya astnavîn bi avêtina mûşekên xwecihî yên 15’ê Xordadê yên Mertala Berevaniya Hewayî ya Artêşê û 3’ê Xordadê ya Hewafeza ya Sipahê, hatin jinavbirin.

Meşqa hevpar a pisporiyê ya Berevanên Esmanê Welayet- 1401’ê, bi remz û durişma Ya Elî Ibni Ebîtalib (S), li navçeyên sîstima berevaniya hewayî ya bakûr- rojava, rojava, rojhilat, başûr, bakûr û navenda Îranê dest pê bû.

Li gorî rapora Biryargeha Medyayî ya Meşqa Berevanên Esmanê Welayet-1401’ê, sîstimên xwecihî yên 15’ê Xordadê yên Hêza Berevaniya Hewayî ya Artêşê û 3’ê Xordadê ya Hêza Esmanî ya Sipahê ku ji aliyê pispor û zanyarên îranî ve hatine berhemanîn, di rewşa şerrê rastî da ji serê sibeha îro ve karên taktîkî dijî armancên destnîşankirî kirin û karîn bi awayekî serkevtî armancên ku ji aliyê şebekeya yekperçe ya berevaniya hewayî ya welêt ve hatibûn kivşkirin, jorda bixin.

Meşqa hevpar a pisporiyê ya Berevanên Esmanê Welayet- 1401’ê, bi beşdariya yekîne û sîstimên berevaniya hewayî yên bijare yên Hêza Berevaniya Hewayî ya Artêşê û Hêza Esmanî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî û Hêza Hewayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, di bin fermandetî û rênimûniya Biryargeha Hevpar a Berevaniya Hewayî ya Xatem ul Enbîyayê û li navçeyên hişyarbûna hewayî tê lidarxistin.

 

Serepeyv