Sibat 28, 2023 16:17 Asia/Tehran
  • Muzakireyên Îran û Tirkmenistanê li derbasgeha sînorî ya Bacgîranê ya Xoresana Rezewî

Serokê Giştî yê Gumrika Îranê û Serokê Giştî yê Xizmetên Gumrikê yê Tirkmenistanê li derbasgeha sînorî ya Bacgîranê li parêzgeha Xoresana Rezewî (bakurê rojhilatê Îranê) û Hodana Tirkmenistanê derbarê hevkariyên dualî hevdîtin û gotûbêj kirin.

Derbasgeha sînorî û bazaroka sînorî ya Bacgîranê li 80 kîlomitriya navenda şaristana Qoçanê û 225 kîlomitriya bajarê Meşhedê, navenda parêzgeha Xoresana Rezewî, her wiha li 50 kîlomitriya başûrê bajarê Eşq Awatê, paytexta Tirkmenistanê ye.

Bajarê Bacgîranê li ser sînorê Îran û Tirkmenistanê ye.

Li gorî rapora IRNA’yê, Îcadkirina dergeha sînorî ya hevpar ji aliyê gumrikên Îran û Tirkmenistanê va, pêşniyazên nû ji bo berfirehkirin û hêsankirina danûstandinên ser sînor, damezirandina komxebata hevpar a pêkhatî ji rêveberên payebilind ên gumrikên Îran û Tirkmenistanê bi awayê rêkûpêk û dewreyî û bi diyarkirina demajoya guncan, zêdekirina danûstandinan li bazarokên ser sînor û wêdadayîna sînordariyên hatûçûna rêwîyan, her wiha liyekgihîştinnameyên hînkirinê di navbera gumrikên du welatan da di hevdîtina “Muhemed Rizwanîfer” Serokê Giştî yê Gumrika Îranê û “Meqsed Xodayîqolîv” Serokê Giştî yê Xizmetên Gumrikê yê Tirkmenistanê va hatin vekolandin.

Gumrika sînorî ya Bacgîranê li ser sînorê Îran û Tirkmenistanê ji gumrikên herî kevn li Xoresana Mezin e ku zêdetirî 100 salî çalak bûye; nêzikatiya ji bajarê Eşq Awata paytexta Tirkmenistanê ji sûd û serpişkiyên wê ye.

 

 

Serepeyv