Sibat 27, 2023 17:51 Asia/Tehran
  •  Serdar Selamî: Sipaha Pasdaran, amadeyî perwerdekirina hêzên çekdar ên Iraqê ye

Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di hevdîtina bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re teqez kir, Sipah amade ye ji xeynî alîkariyên misteşarî di warên din, ji wan di warê perwerdekirina hêzên çekdar ên Iraqê jî rola xwe hebe.

“Sabit Muhemed Seîd Riza”, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê û şanda pê re îro bi amadebûna li Erkantiya Fermandetiya Giştî ya Sipahê bi serdar Serleşker “Huseyn Selamî”, Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî re hevdîtin û gotûbêj kir. Serleşker Selamî di hevdîtina bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re got: Em di cugrafiyaya siyasî ya cîhana îslamê de , Iraqê xwedî girîngiyeke taybet dizanin.

 Fermand yê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Em bi dû îqtiara xurt û bihêz bo Iraqê ne di halekî de ku amerîkî û siyonîst bi dû serdestiya ser navçeyê û pêknaîna bêewlehiyê li Iraq û Îranê ne.

 Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê jî di vê hevdîtinê de ji piştgirî û hevrêtiyên rêberê Înqilabê û gelê Îranê bona rawestana li hember terorîzma tekfîrî û DAIŞ’ê li Iraqê destxweşî kir û got: Em bira ne û em li geşatiya têkiliî û hevkariyên di navbera hêzên çekdar ên her du welatan difkirin.

 

Serepeyv