Sibat 26, 2023 18:20 Asia/Tehran
  • Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê: Em lê digerin berhemên navokî hinarde bikin

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Em lê digerinj berhem û teknolojiya navokî hinardeyî welatên din bikin û derfetên hinardekirina berhemên navokî yên berhemhatî ji aliyê pisporên navxweyî va heye.

“Muhemed Îslamî” Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê îro (Yekşemî) li rex Bîst û nehemîn Komcivîna Navokî ya welêt ku li Hola Komcivînan a Zanîngeha Şehîd Bihiştî ya Tehranê hat lidarxistin, got: “Hin armanc û bername di pîşeya navokî da  hatine darêştin û hin xebat di vî warî da hatine kirin da ku çavkaniyên me di warê navokî û afirandina teknolojiyê da berfireh bibin.”

“Îslamî” di dewamê da bal kişande ser destkeftên navokî di sala 1401ê da û got: “Podra cemisandina xwînê ku di neştergeriyên giran da tê bikaranîn û berhemeke boykotkirî ye, sala 1401ê hat berhemanîn û bikaranîn û destûra Rêxistina  Xwarek û Derman jî wergirtiye û niha dikare were hinardekirin. Her wiha niha em Radyo-derman û alavên navokî hinarde dikin.”

Bîst û nehemîn Komcivîna Navokî ya Îranê li Hola Komcivînan a Zanîngeha Şehîd Bihiştî ya Tehranê dest pê bû.

 

Serepeyv