Sibat 26, 2023 14:52 Asia/Tehran
  •  Hevdîtin û şêwirînên ‘Baqirî Kenî’ li Bolîviyayê

Alîkarê Siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Îranê di serdana xwe ya bo Amerîkaya Latîn da li Bolîviyayê digel wezîrê karên derve û alîkarê serokkomarê vî welatî hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora YJC’yê, “Elî Baqirî Kenî” Alîkarê Siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Îranê di hevdîtina digel “Roxîlo Mayta” (Rogelio Mayta) Wezîrê Karên Derve yê Bolîviyayê da tevî tekezîya li ser berfirehkirina peywendiyên siyasî û hevkariyên navneteweyî navbera du welatan, daxwaza beşdariya Bolîviyayê di pêkanîna pergala cîhanî ya nûjen li ser bingeha nêrîna pirr-alî kir.

Wezîrê Karên Derve yê Bolîviyayê jî di vê hevdîtinê da got ku peywendiyên du welatan baş û birayane ye û du welat piştgirî ji helwêstên hevûdu di babetên têkildarî mafên mirovan û têkoşîna dijî emperyalîsmê dikin.

Baqirî Kenî her wiha di hevdîtina digel Alkarê Serokkomarê Bolîviyayê da jî daxwaa hevrêtiya zêdetir a du welatan li civatên navneteweyî û piştevaniya ji pergala cîhanî ya nûjen kir.

Alîkarê Serokkomarê Bolîviyayê jî di vê hevdîtinê da amaje bi potensiyelên aborî, zanistî û pîşeyî yên Komara Îslamî ya Îranê kir û got: Peywendiya bi Îranê ra ji bo Bolîviyayê wek serpişkî tê hesab û em daxwaz berfirehkirina peywendiyan digel îranê bi taybet di warê aborî da dikin.

Serepeyv