Sibat 24, 2023 15:29 Asia/Tehran
  • Serdar Selamî: “Yekitîya Artêş û Sipahê bûye sebeba tirsîna dijmin”

Fermandeyê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: “Hêza pêşîlêgirtinê û yekitîya Artêş û Sipahê bûye sebeba dilgermîya gel û tirsa dijmin.”

Serdar serleşkerê pasdar “Hisên Selamî” Fermandeyê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di hevdîtina bi emîr sertîp duyem ê balefirvan “Cewad Weledî” Fermandeyê Baregeha Asimanî ya “Wehdetî” ya Dizfûlê, li parêzgeha Xûzistanê ya başûrê rojavayê Îranê, tevî sipasiya ji fermandeyên Artêş û Sipahê li bakurê Xûzistanê, hêzên çekdar yekgirtî û bibesîret bi nav kirin.

Serleşker Selamî her wiha got: “2 baskên leşkerî yên welêt yanî Artêş û Sipah sebeba şanaziya nîzamê ne û di her demekê da û li her cihekî ku pêwîst be heta heta ber candayînê ew ê bi hemî hêza xwe berevaniya  pergala pîroz a Komara Îslamî ya Îranê bikin.”

Fermandeyê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: “Dijmin hemî bereyên şêrr çalak kirin, hemî tecrubeyên xwe anîn meydanê, her çi di dêst da hebû xiste tevgerê; ji Seddam bigire heta tekfîrî û terorîstan; lê nekarî ti karekî bike.”

Emîr sertîp duyem ê balefirvan “Cewad Weledî” jî tevî pîrozkirina jidayîkbûna Îmam Hisên (S) û Roja Pasdaran, got: “Yekitî, hevfikirîn û hevgirtina Artêş û Sipahê di asta herî bilind da li vê navçeyê tê dîtin.”

Li gorî rapora IRNA’yê, Serdarê serleşker “Hisên Selamî” Fermandeyê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ji bo beşdariya di rêûrisma bîranîna “Stêrkên Dukûheyê” ku roja Înîyê li “Hiseyniyeya Şehîd Himmet” a serbazxaneya Dukûheyê hat lidarxistin, serdana parêzgeha Xûzistanê kiriye.

 

Serepeyv