Sibat 21, 2023 15:36 Asia/Tehran
  •  Qayîqeke hilgira çekên amerîkî li Kendava Farsê hat zeftkirin

Fermandeyê Sînorvanîyê yê Hêza Întizamî ya Îranê qala zeftkirina qayîqeke hilgira çekên amerîkî li Kendava Farsê kir.

Li gorî rapora Tasnim News’ê, Serdar sertîp “Ehmedelî Goderzî” Fermandeyê Sînorvanîyê yê Hêza Întizamî ya Îranê got: Qayîqeke hilgira zêde ji pênc hezar kêr û şûran hat keşfkirin ku ev çekên li Amerîkayê bi awayekî ne ku çiqasî bi xwînê bên werdan, ewqasî tûjtir dibin.

Serdar Goderzî her wiha got: Di çend mehên derbasbûyî da jî sînorvanên Îranê zêdetirî 3 hezar çek ku ji bo gihandina bo ajawegêr û çeteyan li welêt dihatin şandin, hatin zeftkirin.

Fermandeyê Sînorvanîyê yê Hêza Întizamî ya Îranê bi goptina vêya ku Kendava Farsê û Rojavayê Asyayê cihê cirîd û tevgera artêşa terorîstî ya Amerîkayê nîne, tekez kir: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê zêdetir ji ber bihêztir bûne û ev îqtidar tam tê hîskirin.

 

 

Serepeyv