Sibat 20, 2023 14:17 Asia/Tehran
  • Girîngiya berfirehkirina Derbasgeha Sînorî ya Razî’yê ji bo tranzîta navneteweyî

Parêzgarê Parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê tekezî li ser girîngiya berfirehkirin û pergalkirina Derbasgeha Sînorî ya Razî’yê ji bo tranzîta navneteweyî kir.

Derbasgeha sînorî ya Razî’yê li Xoyê yek ji pênc derbasgheên sînorî yên Parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê û ji sê derbasgehên sînorî digel Tirkiyê ye.

“Muhemed-Sadiq Motemidîyan” Parêzgarê Parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Îranê bal kişande ser rewşa cografyayî ya taybet a Xoyê di warê bazirganîya navneteweyî û pêwîstiya bikaranîna wê û got: “Em li dû wergirtina destûrên pêwîst ji bo veguherîna derbasgeha sînorî ya Razî’yê bo derbasgeheke bazirganî ne.”

Li gorî rapora IRIB News’ê, “Motemidîyan” her wiha got: “Derbasgeha sînorî ya Razî’yê dikare rola drgeha bazirganî navbera Asya û Ewropayê bilîze û nabe ku em tenê wek derbasgeha rêwîyan lê binêrin.”

Parêzgarê Parêzgeha Azerbaycana Rojava bi gotina vêya ku binesazîyên pêwîst ji bo bazirganîya navneteyî di derbasgehên sînorî di destûrkarê da ne, got: “Yek ji sîyaseyên hikûmetê jî berfirehkirina mezinrêyên digihêjin derbasgehên sînorî ye.”

 

Serepeyv