Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê serdana Omanê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339642-fermandeyê_hêza_deryayî_ya_artêşa_Îranê_serdana_omanê_kir
Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê ji bo hevdîtin û gotûbêja bi hin rayedar û berpirsên omanî çû Meqsetê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2023 15:45 Asia/Tehran
  • Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê serdana Omanê kir

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê ji bo hevdîtin û gotûbêja bi hin rayedar û berpirsên omanî çû Meqsetê.

Li gorî rapora IRNA’yê, Emîr edmîral “Şehram Îranî” Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê berêvara Yekşemiyê li Meqsetê ji aliyê Deryavanê erkantiyê “Seyf Bin Nasir El-Rehbî” Fermandeyê Hêza Deryayî ya Omanê û “Elî Necefî” Balyozê Îranê va hat pêşwazîkirin.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê di vê serdanê da dê tev hin berpirsên omanî bişêwire.

Peywendiyên Îran û Omanê di çend dehsaliyên sawî da tevî kêşeyên li Kendava Farsê û hewla Amerîkayê ji bo pêkanîna tirsa ji Îranê, hertim li gorî rêzgirtin û berjewendiyên dualî bûne.

Rayedarên omanî bawer in peywendyên nêzik tev Îranê li gorî rastbîniyê ye û Îranê wek welatekî mezin dibînin.