Sibat 19, 2023 16:15 Asia/Tehran
  • Komcivîna navneteweyî ya Tep û Tozê dê li Tehranê were lidarxistin

Serokê Rêxistina Parastina Jîngehê ya Îranê ragihand ku Komcivîna Navneteweyî ya Tep û Tozê dê li Îranê were lidarxistin.

Bahoza qûm û tep û tozê ku yekem encama çêkirina bendavên mezin li Tirkiyê ye, di mehên derbasbûyî da asimanê hin welatên cînar li rojavayê Îranê ji wan Sûriye, Iraq û Urdinê kiriye bin bandorê.

Li Îranê jî di mehên derbasbûyî da li hin bajaran ji ber tep û tozê kar û bar hatin îbtalkirin.

“Elî Selaciqe” Serokê Rêxistina Parastina Jîngehê ya Îranê got: “Biryar hatiye dayîn ku di rojên bê da desteyek ji Komara Îslamî ya Îranê ji bo şêwirîn û vekolandina pirsgirêkên tep û tozê serdana Iraqê bike û hin biryaran li ser jêderka tep û tozê bide.”

Serokê Rêxistina Parastina Jîngehê ya Îranê her wiha got: “Di civîna ku bi beşdariya 15 welatan li Tehranê hat lidarxistin da, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li gorî tecrubeyên serkeftî yên Komara Îslamî ya Îranê di warê çareserkirina tep û rozê, Îran wek mazûvana Komcivîna navneteweyî ya Tep û Tozê da nasandin.”

Selaciqe her wiha got: “Hevahengî digel Wezareta Karên Derve pêk hatine û di destpêka havîna 2023an da ev komcivîn dê bi beşdariya wezîrên têkildarî Jîngehê yên welatên cîhanê li Tehranê were lidarxistin.”

 

Serepeyv