Sibat 17, 2023 16:15 Asia/Tehran
  • Bazirganên tirkmenistanî ji pêşangeha taybet a Îranê pêşwazî kirin

Bazirganên tirkmenistanî bi awayekî berbiçav ji çardehemîn pêşangeha taybet a Îranê li Eşq Abadê pêşwazî kirin.

Çardehemîn pêşangeha taybet a Komara Îslamî ya Îranê li Eşq Abada paytexta Tirkmenistanê ji 15ê Sibatê va dest pê bûye û îro (Înî) bi dawî dibe.

Di vê pêşangehê da zêde ji 90 kompaniyên îranî yên çalak di warên çandinî û pîşeyên xwaremeniyê, pîşeya avahîçêkirinê, çîmento, nift û enêrjî, petrokîmya, parçeyên erebeyan, xizmetên teknîkî û endazyarî, derman û alavên pizîşkî da beşdar bûne.

Li gorî nûçeya IRIB News’ê, “Ebas-elî Erbab Xalis” Balyozê Îranê li Tirkmenistanê bi gotina vêya ku ev pêşangeha Îranê tûşî pêşwaziyeke baş bûye, got: “Hinek ji bazirganên tirkmenistanî bi amadebûna li pêşangehê muzakire dikin û hinek jî bi aliyê îranî ra girêbestan girêdidin.”

Erbab Xalis got: “Armanca lidarxistina pêşengeha taybet a Îranê li Tirkmenistanê danasîna potensiyelên Îranê bo aliyên tirkmenistanî ye.”

 

Serepeyv