Sibat 15, 2023 14:52 Asia/Tehran
  • „Peyama gel di 22ê Behmenê da berxwedan û piştevaniya tam ji Înqilabê bû”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel bi hezaran kes ji welatiyên Tewrêzê da tekez kir: “Peyama gel di 22ê Behmenê da berxwedan û piştevaniya tam ji Înqilabê bû.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro (Çarşemî) di hevdîtina digel bi hezaran kes ji welatiyên Tewrêzê da, xelka Azerbaycanê wek alahiglira yekîtî û azadiya Îranê bi nav kir û tekez kir: “Ev hemaseya rastîn, bicoş û dewlemend encama nexalifîn û berxwedana gel di rêya Înqilabê da ye û ev rêya pêşketin û îqtidarê bi yekîtîya neteweyî û bi nêrîna înqilabî û ne ya paşverûyane li pirsgirêkan, yanî bi palpiştiya li hewldana ku destkeft pêk anîne, dê were domandin.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: “Gel bêyî hesta westiyan û bêhêvîtiyê û bêyî xofa ji derbe, gef û qîreqîr û helahelaya dijminan, rêya rast bi parastina pênase, kesayetî û mezinahiya xwe domand û di vê rêyê da, roja 22ê Behmena îsal (11ê Sibatê) derket nav kolanên seranserî welêt û bi vîn û armancên cûr bi cûr, berxwedana pirrwate û rikajotina li hemberî dijminê serhişk û lecbaz nîşan da.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di dewamê da her wiha got: “Empratoriya medyayî ya Amerîka û siyonîstan hewl dide gelên din vî dengî nebihîzin, lê ewên ku divê bibihîzin, yanî rêxistinên siyasetdarêj li Amerîka û Inglîzê û servîsên sîxoriyê yên dijminan teqez ev deng bihîstine.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi êrîş û gumançêkirinên berdewam ji aliyê dijminan va derbarê pêwîstiya nebûna şiyana leşkerî ya Îranê, got: “Welat di warên din ji wan pîşesazî, karûbarên binesaziyê weke çêkirina rê û bendavan û warên din, çend qatî karûbarên berevanîyê xebitiye û sermayeguzarî kiriye, lê dijmin ku tirsa wê di propagandaya li ser xwefirrên Îranê da aşkira ye, pêşketinên din înkar û meseleyên berevaniyê berbiçavtir dike.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha amaje bi hebûna lawaziyên girîng li welatên mezin û pêşketî li cîhanî weke Amerîka, Inglîz û Fransayê ji wan di warê belengazî, nexweşî, cihêkarî û nebûna edaleta civakî kir.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di vê hevdîtinê da her wiha tevî sipasiya ji xelka Tewrêz û Azerbaycanê ji ber bawerî, xêret û geşatiya wan, serhildana 29ê Behmenê (18ê Sibata 1978an) wek “Qonaxeke diyarker û roja hilgerandina rûpelên dîroka Îranê” bi nav kir.

 

Serepeyv