Pîşeya Fezayî | Setlayta “Ayat”ê û hewldana ji bo pêşbînîkirina erdhejê
Klûba Nûçegihanên Cewan (YJC) ji zarê Serokê Rêxistina Lêkolînên Zanistî û Pîşeyî ya Îranê nivîsî: “Em niha Setlayta Ayat’ê çê dikin ku armanca wê pêşbînîkirina erdhejê ye.”
“Zemanîyan” Serokê Rêxistina Lêkolînên Zanistî û Pîşeyî ya Îranê di Civîna Rêveberên Hiqûqî yên zanîngehan û navendên perwerdehiya bilind, lêkolîn û teknolojiyê da got: “Gelek zanistên teknîkî yên pîşeyan li vê rêxistinê hatine berhemanîn û yekem setlayta welêt jî li Rêxistina Lêkolînên Zanistî û Pîşeyî ya Îranê hatiye çêkirin.”
Serokê Rêxistina Lêkolînên Zanistî û Pîşeyî ya Îranê got: “Em niha li ser çêkirina Setlayta Ayat’ê dixebitin.”
Li gor gotina Serokê Rêxistina Lêkolînên Zanistî û Pîşeyî ya Îranê, ev setlayt biryar e ku ji bo pêşbînîkirina qewimîna erdhejê were bikaranîn.