Sibat 11, 2023 13:13 Asia/Tehran
  • Vîdyo | Bi boneya 22ê Behmenê; Strîna komî ya herî mezin a Sirûda Neteweyî ya Îranê

Serokê Erkantiya Rêzgirtina li Deheya Fecrê qala tevstrîn û xwendina komkî ya Sirûda Neteweyî ya Îranê bi boneya 22ê Behmenê (11ê Sibatê ) kir.

“Seyid Nizameddîn Mûsewî Serokê Erkantiya Rêzgirtina li Deheya Fecrê (Salvegera Serkeftina Înqilaba Îslamî) got: “Roja Şemiyê, 22ê Behmenê û ji bo rêzgirtina li S, tevstrîna (strîna komî anku Koro) herî mezin a Sirûda Neteweyî ya Îranê li welêt bi cih tê.”

Hêjayî gotinê ye, Îro (Şemî), 11ê Sibatê, salvegera serkeftina Înqilaba Îslamî ye. 44an sal beriya niha di 11ê Sibata 1979an da Înqilaba Îslamî ya Îranê bi rêbertiya Îmam Xumeynî (RE) xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê bi ser ket. Di Salvegera 44an a Serkeftina Înqilaba Îslamî, gelê Îranê li bajarên seranserî welêt bi awayê hevgirtî û yekparçe derket nav kolanan û meş li dar xist.

Gelê Îrana îslamî di meşa 22ê Behmenê da dirûşmeyên “Mirin ji bo Amerîkayê” û “Mirin ji bo Îsraîlê” bilind kirin û banga xwe ya dijayetiya hemberî îstikbar û zorbêjiyê bigihîne cîhanê.

 

 

Serepeyv