Sibat 11, 2023 12:50 Asia/Tehran
  • Reyîsî: “22ê Behmenê roja bidawîhatina zorbêjiyê li Îranê ye”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê 22ê Behmenê (11ê Sibatê) wek roja bidawîhatina zorbêjî û girêdayîbûna bi derve û destpêka serbixwetî, azadî û Komara Îslamî bi nav kir.

Li gorî rapora IRNA’yê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê li nav beşdarên meşa bi boneya Salvegera 44an a Serkeftina Înqilaba Îslamî li Meydana Azadîyê ya Tehranê, tevî pîrozkirina vê rojê 22ê Behmenê (11ê Sibatê) wek roja bidawîhatina zorbêjî û girêdayîbûna bi derve û destpêka serbixwetî, azadî û Komara Îslamî bi nav kir.

Îro (Şemî), 11ê Sibatê, salvegera serkeftina Înqilaba Îslamî ye.

44an sal beriya niha di 11ê Sibata 1979an da Înqilaba Îslamî ya Îranê bi rêbertiya Îmam Xumeynî (RE) xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê bi ser ket.

Di Salvegera 44an a Serkeftina Înqilaba Îslamî, gelê Îranê li bajarên seranserî welêt bi awayê hevgirtî û yekparçe derket nav kolanan û meş li dar xist.

 

Serepeyv