Sibat 10, 2023 19:56 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê: Gotegotên derbarê destwerdana leşkerî ya Îranê li Qefqazê derew in

Balyozê Îranê li Ermenistanê gotegotên belavbûyî li medyayeke navçeyê derbarê destwerdana leşkerî ya Îranê li Qefqazê red kirin.

Li gorî rapora Tasnim News’ê, “Ebbas Zuhûrî Bedexşan” Balyozê Îranê li Ermenistanê roja Pêncşemiyê di kêleka civîna zanistî ya Akademiya Neteweyî ya Zanistan a Erenistanê da wek bersiva bo pirsa nûçegihanan derbarê gotegotên belavbûyî li medyayeke navçeyê derbarê bernameya hevpar a Îran û Ermenistanê ji bo destwerdana leşkerî di mijara Korîdora Laçînê da, got: “Îranê ti wextî nexwestiye û naxwaze ku li navçeyê kêşeyan saz bike.”

Balyozê Îranê li Ermenistanê tamî li medyayan kir ku tîtr û nûçeyên nerast ku dikarin pirsgirêkan pêk bînin, belav nekin.

Zuhûrî Bedexşan derbarê hebûna rejîma Israîlê di alûgorên navçeyê da jî got: “Hebûna Israîlê li her cihekî nearamî û bêewlehîtiyê pêk tîne û hişyarnebûna welatên navçeyê derherq vê rastiyê dikare metirsiyan bo navçeyê saz bike.”

 

 

Serepeyv