Sibat 10, 2023 19:43 Asia/Tehran
  •  Qorweya Kurdistanê; Hêla berhemanîna Konsantrata Kanzaya Hesin hat berfiehkirin

Hevdem digel nehemîn roja Deheya Fecrê û di bereberê salvegera serkeftina Înqilaba Îslamî da, projeya berfiehkirina hêla berhemanîna Konsantrata Kanzaya Hesin li Bajaroka Pîşeyî ya Avengan’ê ya Qorweyê bi amadebûna Parêzgarê Parêzgeha Kurdistanê dest pê kir.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, Qonaxa yekê ya hêla berhemanîna Konsantrata Kanzaya Hesin a Kompaniya “Sipêhr-Senet a Arta”yê ji sala 1398an (2020) va bi kapasîteya 150 hezar tonî li bajaroka pêşeyî ya Avengavn’ê ya Qorweyê xebata xwe dest pê kir.

17 proje bi armanca cihanîna zincîreya polayê li Parêzgeha Kurdistanê hatine nasandin ku yek ji wan hêla berhemanîna Konsantrata Kanzaya Hesin a Kompaniya “Sipêhr-Senet a Arta”yê ye.

Ji bernameyên din ên vê kompaniyê îcadkirina yekîneya berhemanîna Gilorekên (pellet) Kanzaya Hesin di erdeke bi rûbera 16 hektarî ye.

Rûbera bajaroka pîşeyî ya Avengan’ê 146 hektar e û li Şaristana Qorweyê ya Parêzgeha Kurdistanê bi cih bûye.

 

 

Serepeyv