Sibat 10, 2023 15:44 Asia/Tehran
  • Li Xoyê ‘Nexweşxaneya Gerrok’ ji bo mexdûrên erdhejê hat vekirin

Nexweşxaneyeke gerrok ji bo raberkirina xizmetên pizîşkî bo mexdûr û ziyandîtiyên erdhejê li Şaristana Xoyê ya Parêzgeha Azerbaycana Rojava hat vekirin.

Li gorî nûçeya IRNA’yê, Nexweşxaneya gerrok û cîhazkirî ya “Binyata Ihsan”ê ya “Erkantiya Cihanînê ya Fermana Hezretê Îmam Xumeynî (RE)” ji bo hêsankariya zêdetir a raberkirina xizmetên dermanî bo ziyandîtiyên erdhejê li Xoyê hat damezirandin.

Ev Nexweşxaneya Gerrok a mekanîze û pergalkirî bi cîhazên pizîşkî ji 4 yekîneyên razandinê, Beşa Acîl, Wênekişandin ji wan Radyolojî, Sonografî û Mamografî, 2 yekîneyên Odeya Neştergeriyê û Beşa Zarokanînê pêk hatiye.

 

Serepeyv