Sibat 10, 2023 15:30 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan bi rêya telefonê digel Sekreterê Giştî yê NY’yê axivî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê alûgorên navçeyî û navneteweyî ji wan qewimîna erdheja giran li Sûriye û Tirkiyê û rewşa herî dawî ya gotûbêjên ji bo rakirina boykotan axivîn.

Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê di gotûbêja bi rêya telefonê digel “Antonio Guterres” Sekreterê Giştî yê NY’yê derbarê însiyatîva gotûbêjên navçeyî ya Sekreterê Giştî yê NY’yê bi tekeziya li ser doktorîna siyaeta derveyî ya hevseng a hikûmeta Îranê, got: Komara Îslamî ya Îranê ji dewama van civînan û zêdekirina hevkariyên navçeyî pêşwazî dike.

Emîr-Ebdullahiyan tevî tekeziya li ser pêwîstiya zêdekirina alîkariyên navneteweyî bo mexdûrên erdhejê li Sûriye û Libnanê, got: “Li navçeya erdhejlêqewimî ya Idliba Sûriyê jî rewşeke diltezîn heye, ji ber ku ev dever ne di bin desthilata dewleta Sûriyê da ye.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: “Çaverêtî heye Alîkarê Hevahengkirina karûbarên Însandostane yê Sekreterê Giştî yê NY’yê bi awayekî taybet bala xwe bide ser mijara erdhejê li Sûriye û Libnanê.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser gotûbêja ji bo rakirina boykotan jî amaje bi pêwîstiya tevgeriyana profesiyonel ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) kir û got: “Rêxistina Enêrjiya Atomî ya Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê çarçova hevkariyan diyar kirine.”

Sekreterê Giştî yê NY’yê jî derbarê mijara Lihevkirina Navokî û gotûbêjên ji bo rakirina boykotên sepandî li ser Îranê tekez kir: “Ti bijardeyeke din ji bilî vegeriyana hemî aliyan bo Lihevkirinameya Navokî tune.”

 

Serepeyv