Sibat 10, 2023 14:39 Asia/Tehran
  • Beytarî | Vaksîna ku balendeyan li hember şewbên vegir diparêze hat nimandin

Vaksîna “Ornithobacterium rhinotracheale” ji bo teyr û balendeyan bo cara yekem li Îranê ji aliyê lêkolerên Enstîtûya Lêkolînên Vaksînan û Çêkirina Sêruman a Razî’yê baskê başûrê welêt hat û li Şîrazê hat nimandin; vaksîna ku teyr û balendeyan li hemberî enfeksyon û şewbên giran û vegir ên pergala bêhnkişandinê diparêze.

Li gorî rapora IRNA’yê, Ev vaksîn ji aliyê lêkolerên Enstîtûya Lêkolînên Vaksînan û Çêkirina Sêruman a Razî’yê baskê başûrê welêt va hatiye çêkirin.

“Ornithobacterium rhinotracheale” (ORT) vaksîna teyr û balendeyan a herî nû ye ku li Enstîtûya Razî’yê hatiye çêkirin.

Sûd û serpişkiyên bikaranîna vê vaksînê, Parastina demdirêj a balendeyên vaksînekirî, parastina çêlikan li hemberî îltihabên ji ber ORT’yê bi rêya pêkanîna êminiya dayîkê, berxwedana baştir li berî cûreya ORT’yê li nav welêt bi rêya bikaranîna tovika xwecihî li vaksînê, derzîlêdana asteke kêmtir di her dozeke vaksînê anegorî mînaka derveyî, kêmbûna zirar û ziyanên aborî yên ji ber mirina balendeyan û kêmkirina lêçûnên dermankirinê li komgehên xwedîkirina teyr û balendeyan in.

 

Serepeyv