Sibat 08, 2023 14:32 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî sersaxî da mexdûrên erdhejê li Tirkiye û Sûriyê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji ber qewimîna erdheja giran li Tirkiye û Sûriyê, ji bo candayîyan daxwaza rehmetê û ji bo şîndaran daxwaza sebr û hedarê kir.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê di hevdîtina digel fermande û kedkarên Hêza Asimanî û Bergiriya Asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da tevî amajeya bi qewimîna erdheja giran li Tirkiye û Sûriyê heyf û mixabiniya xwe ji bo musîbetdîtiyên vê bûyerê anî ziman û ji bo candayîyan daxwaza rehmetê û ji bo şîndaran daxwaza sebr û hedarê kir.

Erdhejeke bi hêza 7,8 Rîşteran berbanga roja Duşemiyê, 6ê Sibata 2023an, deverên başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê hejandin.

Li gorî rapora rayedarên tirkiyeyî û sûrî, hejmara candayîyên erdhejê li van du welatan heta vê demê gihîştiye 9 hezar û 830 kesî û pêşbînî tê kirin ev hejmar di rojên bê da zêdetir bibe.

 

Serepeyv