Sibat 05, 2023 16:36 Asia/Tehran
  • Aborî | Îran bû xwedî zanista teknîkî ya berhemanîna “Koka Spencî”

Wezîrê Niftê yê Îranê got: “Îran di warê berhemanîna “Koka Spencî” da ketiye rêza şeşem a cîhanê.”

Wezîrê Niftê yê Îranê got: “Koka Spencî (Sponge coke) madeyeke bingehîn di pêşeya Alûmîniyûmê ye ku ji derveyî welêt tê kirrîn û roja îro me kariye bi hewla xortên welêt, zanista berhemanîna wê li nav welêt bi tamî bi dest bixin.”

Cewad Ocî, Wezîrê Niftê yê Îranê roja Şemiyê li bajarê Bender Ebasê li başûrê Îranê got: “Roja îro me zanista teknîkî ya berhemanîna Koka Spencî bi xebata ku li Lêkolîngeha Pîşeya Niftê pêk hatiye, bi dest xistiye û Îran di vê rêzê da ketiye rêza şeşem li cîhanê.”

Ocî got: “Ev berhem ji madeyên esasî di pîşeya Alûmîniyûmê ye ku jui derveyî welêt tê hanîn û bi damezirandina hêla berhemanîna wê, em ê êdî ‘Mazût’ an jî ‘Nifta Koreyê’ berhem neyînin.”

Wezîrê Niftê yê Îranê di serdana xwe bo Parêzgeha Hormuzganê li başûrê Îranê xebata çend projeyên di warê enêrjiyê da ji wan Berfirehkirina meydanên niftê yên Isfend û Sîvend’ê, Karistana Qîrê ya Kompaniya Palavtina Niftê ya Jey’ê û hwd da destpêkirin.

Kok madeyeke hişk a tijî Kerbon e ku di zext û tîna gelekî zêde da ji ber dawerivîn û teqtîra hêdî-hêdî ya kevirerejûyê pêk tê. Ev made wek sotemenî tê bikaranîn û dikare bi awayekî berfireh dewsa kevirerejûyê bigire. Yek ji warên bikaranîna vê sotemeniyê helandin û sincirandina hesin û kanzaya wî ye.

 

Serepeyv