Sibat 05, 2023 14:46 Asia/Tehran
  • “Divê em bi hemî şiyana xwe pirsgirêkên mexdûrên erdhejê li Xoyê çareser bikin”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku bi mebesta serdana navçeyên erdhejlêqewimî li Xoyê çûye vê şaristanê, got: “Divê em bi hemî şiyana xwe pirsgirêkên mexdûrên erdhejê li Xoyê çareser bikin.”

Li gorî rapora Fars News'ê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dema gihîştina bo Xoyê bi amadebûna li kampa awarte ya Bajaroka Welî-esrê tevî hevxemiya bi gel, ra got: “Ez bixwe ji bo vekolandina rewşa we bi awayê meydanî hatime da ku em herî zûtir pirsgirêkan çareser bikin.”

Reyîsî bi gotina vêya ku raporên berdewam li ser rewşa mexdûrên erdhejê ji aliyê Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê, wezîrên heyî li navçeyê û berpirsên parêzgehê wergirtine, got: “Pirsgirêkên navçeyê teqez divê bilez bên çareserkirin da ku gel zêdetir ji vêya tûşî pirsgirêkan nebe.”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got, bila gelê navçeyê bi sebr û hedar gotegotan paşguh bike û bala xwe nede ser van gotegotan ku dixwazin gel bêhêvî bibe,

Hêjayî gotinê ye, erdhejeke bi hêza 5,9 Rîşteran êvara Şemiya derbasbûyî, saet 21:44 Şaristana Xoyê hejand. Ji ber wê erdhejê sê kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûn.

 

Serepeyv