Sibat 04, 2023 18:59 Asia/Tehran
  •  Beşa çêkirina gemîyên binavî yên giran ji hêla Artêşa Komara Îslamî ya Îranê va

Cîgirê Hevdengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku artêşê beşa çêkirina gemîyên binavî yên giran bi rê xist.

Cîgirê Hevdengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Edmîral “Hebîbullah Seyyarî” di konferansa Destkevtên Artêşê da li Yezdê got: “Hêzên çekdr ên Komara Îslamî ya Îranê ji bo garantîkirina iqtidara neteweyî çêkirina alavên nû yên rezm û berevanîyê bi saya bijareyên îranî dest pê kirin.”

Cîgirê Hevdengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê herwiha gto: “Beşa çêkirina gemîyên binavî yên giran li Artêşê hatîye birêxistin ku yek ji sembolên iqtidara leşkerî û berevanî ya Şoreşa Îslamî ya Îranê ye.”

Edmîral Seyyarî amadebûna li deryayên navneteweyî û azad ji wan armancên hêzên deryayî yên Îranê ji bo bidestxistina armancên stratejîk zanî û got: “Tevî hebûna çeteyan li deryayan, heta nika zêde ji 5 hezar gemîyên ticarî yên Îrana îslamî bi saya hêzên berevan bêyî pirsgirêk ber bi deverên curbicur ên cîhanê va hatine şandin.”

 

Serepeyv