Sibat 02, 2023 19:14 Asia/Tehran
  •  Reyîsî: “Gelê Îranê hertim dijminên Înqilabê bêhêvî dikin”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hebûna gel di warên cûr bi cûr da sebeba bêhêvîtiya dijminên Îrana îslamî zanî.

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di hevdîtina digel endamên “Erkantiya Navendî ya Deheya Fecrê ya Înqilaba Îslamî” da tevî pîrozkirina jidayîkbûna Îmam Cewad (S) û Hezretê Elî (S) û hatina Deheya pîroz a Fecrê (Salvegera serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê), got: “Gelê agah û besîr ê Îrana Îslamî  di warên cûr bi cûr da ji wan rêûşrisma 13ê Abanê ya îsal ku ciyawaz digel hemî salên berê bû, nîşan da ku li her cihekî hîs bike Înqilab û Nîzam li ber xeterê ye, di berevaniya ji wan da pêşeng e.”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: “Di bûyerên vê dawiyê da analîza deqîq û giştalî ya ku Rêberê mezin ê Înqilabê li ser sedemên komplogeriya dijminan hilêxist, di pûçkirin û têkoşîna dijî komploya dijmin da gelekî bibandor bû.”

Reyîsî bal kişande ser astengîderxiswtin û zextên berdewam û lihevalyayî ji aliyê dijmin va û hewldana hikûmeta sêzdehem a Îranê ji bo sekinîna li hemberî wan û got: “Hikûmet ji aliyekî va bi serfirazî beşdarî gotûbêjên ji bo rakirina boykotan bû û ji aliyê din va welat li benda meyl û xwestekên dijmina nehîşt û hewl da di warên aborî yên cûr bi cûr da geşatiyê pêk bîne û bi vejiyandina peywendiyên navçeyî û cînaretiyê, danûstandin û bazirganiya derveyî ji bo pûçkirina boykotan berfireh bike.”

Serepeyv