Sibat 02, 2023 15:48 Asia/Tehran
  •  “Deheya Fecrê” li Xorasana Bakur; Xebata 469 projeyan dê were destpêkirin

Parêzgarê Parêzgeha Xorasana Bakur got: “516 proje bi krêdiya 3 hezar û 770 miliyar tomanî hevdem digel “Deheya Fecrê” (dem û rojên salvegera serkeftina Înqilaba Îslamî ya Îranê ji 1 heta 11ê Sibatê) li vê parêzgehê tên vekirin an jî kulinga destpêkirina wan dê li erdê were xistin.”

Li gorî rapora ISNA’yê, “Muhemed-Reza Hisên-Nijad” Parêzgarê Parêzgeha Xorasana Bakur li bakurê rojhilatê Îranê di gotûbêja bi Kanala televîzyonî ya Etrek’ê da got: “Ji vê hejmara projeyan, 469 proje bi krêdiya 650 miliyar tomanî dê bên  vekirin û 47 proje jî bi krêdiya 3 hezar û 120 miliyar tomanî dê kulinga destpêkirina wan li erdê bê xistin.”

Wî her wiha got: “Ev proje herî zêde têkildarî beşên Pîşesazî û Madenê, Av û Pîsav, Cîhada Çandiniyê û Şaredariyan in.”

Parêzgarê Parêzgeha Xorasana Bakur her wiha got: “Projeyên herî zêde li Şaristana Şîrwanê bi krêdiya 112 miliyar tomanî û Şarsitana Isferayînê bi krêdiya 85 miliyar tomanî dê bên vekirin.”

Hisên-Nijad got: “Zêdetirîn projeyên ku kulinga destpêkirina xebata wan dê were lêxistin jî li Şaristana Bijnûrdê bi krêdiya hezar û 58 miliyar tomanî ne.”

 

Serepeyv