Çile 30, 2023 17:20 Asia/Tehran
  •  Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi hevpîşeya xwe ya beljîkî ra şêwirî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê digel hevpîşeya xwe ya beljîkî li ser dawîn alûgorên navçeyî û navneteweyî şêwirî.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê roja Duşemiyê li ser daxwaza “Hadja Lahbib” (Heca Lehbîb) Wezîra Karên Derve ya Beljîkê, bi rêya telefonê pê ra şêwirî. Wan li ser mijarên eleqedar navbera du welatan û dawîn alûgorên navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ISNA'yê, Wezîra Karên Derve ya Beljîkê tevî dayîna sersaxiyê bo Emîr-Ebdullahiyan têkildarî erdheja qewimî li şaristana Xoyê, amadetiya welatê xwe ji bo şandina alîkariyên pêwîst bo Îranê ragihand.

Emîr-Ebdullahiyan û Lehbîbê her wiha hêvî kirin ku bi saya hevkarî û hewla hevpar, danûstandinên dualî zêdetir ji berê berfireh bibin.

 

 

Serepeyv