Çile 29, 2023 15:56 Asia/Tehran
  • Êrîşa serneketî li ser navendeke Wezareta Berevaniyê li Îsfehanê

Wezareta Berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand: "Êvara Şemiyê navendeke pîşeyên berevaniyê ya ser bi Wezareta Berevaniyê li Îsfehanê kete ber êrîşa hûre-xwefirran ku yeke wan bi derbeya bergiriya asimanî ya navendê û diduyên din jî ketin davikên bergiriya asimanî û hatin teqandin."

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Li pey teqîna li navendeke pîşeyên berevaniyê yên Îsfehanê, Wezareta Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar a Komara Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku ev êrîşa serneketî êvara 28ê Çileya 2023an derdora saet 23:30 qewimî; lê bi pêşbînî û tevdîrên bergiriya asimanî, êrîşa hûre-xwefirran bi awayekî serkeftî hatiye têkbirin.

Ev daxuyanî her wiha radigihîne: "Ji ber vê êrîşa serneketî ti zirareke canî çê nebûye û zirareke biçûk li arîka kargehê ketiye ku bi xêra Xwedê ti nakokiyek di amûr û memûriyetên navendê derneketiye. Wezareta Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar a Komara Îslamî ya Îranê gelê şerîf ê Îrana Îslamî dilniya dike ku xebata navendên me ji bo berhemanîna hêz, îqtidar û ewlehiyê dê bi lez û bi awayê cidî were domandin û ev kiryarên korane û bêhesab dê ti bandorekê li dewama rêya pêşketina welêt nekin."

Serepeyv