Çile 29, 2023 14:02 Asia/Tehran
  • Li Parêzgeha Azerbaycana Rojava erdhejeke bi giraniya 5.9 Rîşteran qewemî

Erdhejeke bi giraniya 5.9 Rîşteran derdora bajarê Xoyê li Parêzgeha Azerbaycana Rojava hejand.

Ev erdheja li gelek navçeyên Parêzgeha Azerbaycana Rojava, bi taybet bajarê Urmiyê hat hîskirin û xelk dilnigeran kir.

Mehbûbî, Berpirsê Hîva Sor a Parêzgeha Azerbaycana Rojava got: “Erdhejeke bi giraniya 5.9 Rîşteran siet 21:44 Şemiyê şevê, di kûratiya 7 kîlomitrî ya erdê li Parêzgeha Azerbaycana Rojava, derdora Xoyê qewimî.”

 Wî her wiha got: “Li dû vê bûyerê, 4 tîmên nirxîner ên Hîva Sor bo nirxandina asta zirarên muhtemel bo cihê bûyerê hatin şandin û hemî navendên Hîva Sor ên parêzgehê derketine rewşa amadetiyê.”

 Parzêgarê Parêzgeha Azerbaycana Rojava jî ragihand ku hejmara birîndarên erdhejka Xoyê gihêşt 580 kesî.

 Parzêgarê Azerbaycana Rojava bal kişand ser sir û seqema li navçeya erdhejlêqewimî û got: “Avakirina kampan bo niştecihkirina xelkê û belavkirina konan li gundan ji mijarên di destûrkarê de ne.”

 “Mutemidiyan” bal kişand ser vê yekê ku hêzên çekdar îmkan û derfetine baş birine Xoyê û got: Parêzgehên derdorê bi taybet Azerbaycana Rojhilat alîkariyên pir baş raber kirine.

 

Serepeyv