Çile 27, 2023 16:11 Asia/Tehran
  •  Holêylana Îlamê; 10 polên dersê yên nû li atmosfera perwerdehiyê tên zêdekirin

Qayîmmeqamê Şaristana Holêylanê ya Parêzgeha Îlamê got: Di Dehika Fecrê ya îsal da dê sê dibistan bi 10 polên dersê li vê şaristanê bên vekirin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Kûroş Êwezî roja Pêncşemiyê got: "Çêkirin û nûvekirina atmosferên perwerdehiyê li Şaristana Holêylanê hewcetî û ewlewiyeteke bingehîn e û di vî warî da me xebata sê projeyên avedankirinê dest pê kirine."

Wî got: "Aniha 9 proje li Şaristana Holêylanê di pêvajoya cihanînê da na; ji van projeyan, dibistana 6 polî ya gundê Şêrawendê, dibistana 3 polî ya gundê Piyaz-Abadê û dibistana 2 polî ya gundê Şaranê di Dehika Fecrê ya îsal da dê bên vekirin."

Hêjayî gotinê ye, Şaristana Holêylanê ku bajarê Tohîd'ê navenda wê ye, li 120 kîlomitriya bajarê Îlamê ye.

 

Serepeyv