Çile 26, 2023 16:30 Asia/Tehran
  • Dahênan; Dewsgirkirina borî û pêvekên îranî li pîşeyên bi rêjeya bilind a jenggirtinê

Lêkolerên kompaniyeke îranî ya Zanistbingeh bi rêya bikaranîna kompozît û nanomadeyan, hin borî û pêvek ji bo pîşeyên bi rêjeya bilind a jenggirtinê weke pîşeyên nift, gaz û pîsavê berhem anîn ku dikarin li şûna nimûneyên derveyî bên bikaranîn.

Li gorî rapora ISNA'yê, Jenggirtin an jî “Korozyon” hokareke herî girîng a xerabûna û jikarketina parçeyên cûr bi cûr di pîşeyan e; eva yanî guherîna taybetmendiyên madeyan û kêmbûna asta berxwedana mekanîkî û di dawiyê da rizîbûn û jikarketina wan parçeyan. Guherîna ku ji ber hokarên têkildarî atmosfer û keşûhewa an jî madeyên kîmyayî yên li kêleka wan diqewime.

Ji ber vê yekê her sal xerc û lêçûnên gelekî mezin li ser pîşeyan tên sepandin û pîşeyên nift, gaz û petrokîmyayê, karxaneyên kîmyayî û dermançêkirinê, pîşeyên berhemanînê yên gelekî mezin nweke Pola, Av û Pîsav ji wan pîşeyan in ku herî zêde diyardeya jenggirtinê di wan da diqewime.

Bikaranîna borî û pêvekên kompozîtî li dewsa cûreyên metal, rêyeke çareserkirina pirsgirêka jenggirtin û rizîbûnê ye; ji ber ku polîmer pirranî li hemberî hokarên jenggirtinê qahêmtir ji metalên weke hesin û hwd in. Her wiha ji ber giraniya kêmtir, xurttirbûn û xercên kêmtir ji bo xweyîkirina wan, li hemberî cûreyên metalî tên vebijartin.

Borî, pêvek, xizîne û alavên kompozîtî ji bo veguhestina şilemenî û gazên ku taybetmendiya wan a rizîkirina boriyan heye, di 60 salên derbasbûyî da gelekî tên bikaranîn.

Di vî warî da kompaniyeke Zanistbingeh li Îranê dest bi berhemanîna borî, pêvek, xizîne û alavên dn ên ji kompozîtê kiriye. Ev kompanî hejmareke zêde ya berhemên dijî rizîbûn û korozyonê ku di pîşeyên weke nift, gaz, petrokîmya û av û pîsavê da tên bikaranîn, berhem tîne.

Xatûn “Etîye Endexşîde” endama Desteya Zanistî ya Koma Mihendisiya Mekanîkê ya Zanîngeha Pîşeyî ya Qoçanê û Rêvebera Giştî ya vê kompaniya zanistbingeh di gotûbêja bi ISNA'yê ra got: “Berhemên me boriyên kompozîtî yên çêbûyî ji fîberên şûşeyê û cûreyên rezînan in ku li gorî şert û mercên şilemeniya ku biryar e tê ra were derbaskirin, rezînên taybet tên bikaranîn.”

Vê jina dahêner temenê van berheman 50 sal zanî û got: “Ev temen girêdayî bi rêjeya jenggirtin û rizîbûnê kêm dibe.”

 

Serepeyv