Çile 20, 2023 19:03 Asia/Tehran
  •  Wezareta Berevaniyê pêngava Parlimana Ewropayê li dijî Sipahê şermezar kir

Wezareta Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê bi daxuyaniyekê kiryara Parlimana Ewropayê ya binavkirina Sipaha Pasdaran wek terorîst şermezar kir.

Nûnerê Parlimana Ewropayê roja 18ê Çileya 2023an dengê erê dan pêveka pêşniyazkirî ji bo bicihkirina navê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di Lîsteya Komên Terorîst a Yekîtioya Ewropayê (YE).

Biryarên Parlimana Ewropayê wek pêşniyaz tên hesibandin û di asta daxwazê da ne.

Li gorî rapora Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Wezareta Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê, di vê daxuyaniyê da hatiye: Kiryara Parlimana Ewropayê ya danîna navê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di Lîsteya Komên qaşo Terorîst da bertekeke bikîn, lezûbezo û ji ber lawaziyê li hemberî serneketinên wan ên berdewam di têkbirina vîn û îradeya gelê şerîf ê Îrana Îslamî da bû.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Ev kiryara li dijî Sipaha ezîz û bihêz wek saziya herî mezin a têkoşîna rasteqîn li dijî terorîsmê û rêgirtin li berfirehbûna vê diyardeya kirêt li seranserî cîhanê ji wan Ewropayê, riswaker û nîşana serbixwenebûna saziyên ewropî û pîvanên wan ên ducûre ye.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye, Hegera herî aşkira ji bo pêkenîbûna vê kiryarê ew e ku bi rêveberiya damezirîner û piştgirên herî mezin ên tevgerên terorîstî li cîhanê yanî Amerîkaya cinayetkar û siyonîzma navneteweyî pêk hatiye û dewama şaştiya hesabkirinê ya Ewropayê di piştevaniya ji ajawegêr, hilweşîner û heta minafiqên rûreş e ku serdemekê di lîsteya terorîstan a Ewropayê da bûn.

Wezareta Berevanî û Piştevaniya ji Hêzên Çekdar ê Îranê tevî şermezarkirina vê kiryarê, welatên ewropî ji bo dûhatên wê berpirsyar zanîn û ragihand ku dewama vê pêvajoya şaş dê tûşî berteka bihêz, qahêm û pûşmanker bê.

 

Serepeyv