Çile 20, 2023 15:27 Asia/Tehran
  • Yekem operasyona gihandina ardûya LuSulfur'ê bo keştiyan li Navçeya Azad a Qişmê

Alîkarê Aborî û Sermayeguzariyê ya Rêxistina Navçeya Azad a Qişmê qala pêkanîna yekemîn bankirînga (Bunkering) ardûya Lusulfur'ê bi şêwaza STS (Keştî bo Keştî) ji bo gihandina ardûyê li keşketiyên derbas dibin li Navçeya Azad a Qişmê kir.

Li gorî rapora IRNA'yê, Mixtar Gerşasbî Alîkarê Aborî û Sermayeguzariyê ya Rêxistina Navçeya Azad a Qişmê got: Di vê operasyona deryayî ya Bankirîngê da 2 hezar û 477 ton ardû li hewzika Bendera Behmen'ê ya Girava Qişmê li nav Kendava Farsê pêk hat.

Wî got: Girava Qişmê ji ber bicihbûna li avrêyeke herî girîng a navneteweyî û sûdwergirtina ji binesaziyên benderî û xizmetên gumrikê, potensiyeleke baş ji bo dabînkirina ardûya keştiyên îranî û derveyî yên ji wir derbas dibin, heye.

Alîkarê Aborî û Sermayeguzariyê ya Rêxistina Navçeya Azad a Qişmê got: Ji ber vê yekê çalakkirina pîşeya bankirîngê li vê giravê bi awayekî ciddî ji aliyê Rêxistina Navçeya Azad va tê şopandin da ku ji bilî veguherîna Qişmê bo navendeke bankirîngê, pişka welêt ji çerxeya darayî ya 20 miliyar dolarî ya vê pîşeyê li Kendava Farsê jî were dabînkirin.

Hêjayî gotinê ye "Bunkering" yanî Ardûgihandin li Deryayê bêjeyek e ku ji bo operasyona gihandina ardûyê bo keştî û wesayîtên din ên ser avê li nav deryayan tê bikaranîn.

Girava Qişmê li fêza Tengava Hormuzê ye ku Kendava Farsê bi Deryaya Omanê va girêdide.

Ev girav wek girava herî mezin li Kendava Farsê tê zanîn û ji ber taybetmendiyên xwezayî û dîrokî wek armanceke geştyariyê li Îranê tê zanîn.

 

Serepeyv