Çile 18, 2023 19:58 Asia/Tehran
  • Îran di warê berhemanîna zanistê da li herêmê yekem û li cîhanê panzdehem e

Cîgirê Wezîrê Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizişkî yê Îranê got: “Îran di warê berhemanîna zanistê di rêza yekê ya herêmê û rêza 15an a cîhanê da ye.”

Cîgirê Wezîrê Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizişkî yê Îranê Yûnis Penahî ku Serokê Beşa Lêkolîn û Teknolojîyê ya vê wezaretxanê ye, berhemanîna zanistê li welêt girîng zanî û got: “Îrana îslamî di warê berhemanîna zanistê da baş li pêş ketîye û gellek gotin hene û divê ev demajoya bidome.”

Penahî herwiha amajeyî vê yekê kir ku asta haletên mirina ji ber Koronayê li Îranê daketîye bin dehan û got: “Îranê di warê kontrolkirina Koronayê da anegorî welatên idiaker ji wan Amerîka û Firansayê baştir kar kirîye û serkevtî bûye.”

Komara Îslamî ya Îranê piştî serketina Înqilaba Îslamî, di warên curbicur ji wan zanistê da bi awayekî berbiçav li pêş ket.

Îran ji ber pêşketinên di warên zanist û teknolojîyê da li Rojavayê Asyayê pêşeng e û li cîhanê jî welatên serdestîxwaz ên rojavayî giheştine vê qenahetê ku Îran tevî dijminatî û boykotên wan bi awayekî lezgîn li pêş dikeve.

Şayanî gotinê ye ku sedî 2yê zanista cîhanê li Îranê tê berhemanîn.

 

 

Serepeyv