Çile 18, 2023 15:21 Asia/Tehran
  • Berhemanîna Gêrboksa erebeyên giran li Tewrêzê rekor tê perrand

Rêveberê Giştî yê Kompaniya Çerxişger'ê tevî amajeya bi têperrandina rekora 11 salî ya berhemanîna Gêrboksa erebeyan, got: Berhemanîna gêrboksên taybetî erebeyên barhilgir sedî 74 û gêrboksê Nîssanê sedî 13 anegorî sala par zêde bûye.

Elî-Ekber Omranî Rêveberê Giştî yê Kompaniya Çerxişger'ê roja Sêşemiyê got: Em ji kompaniyên rêza yekem di warê berhemanîna Gêrboksê da ji bo kamyon, kamyonet û vanêtên barhilgir in.

Wî got: Gêrboksa rêza giran a 6-lez berhemeke di pawana vê kompaniyê da ye ku ji bo cûreyên kamyonan bi kar tê.

Rêveberê Giştî yê Kompaniya Çerxişger'ê got: Her mehê derdora pênc hezar dende anku gêr (gear) û shaft li vê kompaniyê tên berhemanîn.

Omranî qala serhevdahanîna berhemê ji bo raberkirina bo bazarê di atmosfera şibihandinê da kir û got: Asta hêzên çerixandinê (torque) yên guherandina gêrê di bin standardên ZF'ê yên Almanyayê da tê eyarkirin.

Wî tevî amajeya bi dabînkirina gêrboksa modern a bi navê "Ecolif" ji bo sazkirina li utubûsên çêkirî ji aliyê vê kompaniyê va, got: Çêkirina çar berheman li hundirê welêt ji du sal berê va dest pê bûye û bi çêkirina wan her sal rê li ber derketina

800 hezar Euroyî ji welêt tê girtin.

Omranî ragihand: Bernameya vê kompaniyê ji bo pêşerojê mihendisiya berovajî ji bo berhemanîna gêrboksa 16-lez ji bo erebeyên giran û gêrboksa 5-lez ji bo yên nîv-giran e.

Kompaniya Çerxişger'ê sala 1348an (Koça Rojî) bi armanca berhemanîn, çêkirin û îdxalkirina sîstema matora erebeyan (mator, gêrboks, dîfransiyel, eksêl û hwd) û pêvekên din ên têkildarî erebeyan li Tewrêzê hat damezirandin.

Di 9 mehên destpêkê yên sala 1401ê da (21ê Adarê heta 21ê Kanûna 2022an) da 29 hezar gêrboks li vê kompaniyê hatine berhemanîn.

 

Serepeyv