Çile 17, 2023 19:42 Asia/Tehran
  •  Manovra Sipahê li Kendava Fars’ê; Avêtina serkevtî ya Mûşekên Crouse

Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî manovrek li dar xist û di vê meşqê da mûşekên ‘Crouse’ bi awayekî serkevtî ber bi armancên kivşkirî va hatin avêtin.

Manovra Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi navê “Serdar şehîd Nesrullah Şefîyî“bi armanca nîşandayîna iqtidar û amadebûna hêzên wê ji bo sekinîna hibmerî gefên ihtimalî, li Kendava Farsê hat lidarxsitin.

Di vê meşqê da, mertala mûşekên deryayî ya Crous, xwefirrên rezmê û sîstemên bêmirov ên binavî bi awayekî serkevtî hatin bikaranîn.

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipahê, Serdar- Edmîral Elîriza Tengsîrî di vî warî da got: “Di vê manovrê da mertala mûşekên deryayî ya Crous, xwefirrên rezmê û sîstemên bêmirov ên binavî, roketên dijî helîkopteran û operasyona bicihkirina Komandoyên Taybet li paporan bi awayekî serkevtî hatin bikaranîn û lidarxistin.”

Hêzên Deryayî yên Sipahê di vê manovrê da her wiha ji bo nîşandayîna iqtidarê rewşa xwe ya seferbûnê jî ray dan.

 

Serepeyv