Çile 17, 2023 19:27 Asia/Tehran
  • Geşbûna geştyarîyê bi hatina balindeyên koçer bo Şîrazê

Her sal bi hatina demsala zivistanê, balindeyên deryayî yên Sîberîyê, koç cdikin û bera xwe didin Şîrazê.

Hewayê guncav ê di demsala zivistanê da dibe sebeb ku balindeyên koçer li gola bendava Nehr-E’zem a Şîrazê danin û dîmenên balkêş radixin ber çavan.

Firrîna komkî ya balindeyên deryayî yên koçer, dibe sedema kêfxweşbûn û coşê di nav geştyar û welatîyan da û dîmenên balkêş ên wan bala her kesî li Şîrazê dikişînin.

Dema ku ew balindeyên deryayî yên koçer ji Sîberîyê bera xwe didin Şîrazê, gellek geştyar jî ji bo temaşekirinê li devê çem û golê kom dibin û li wan mêze dikin û xwarekê didin wan.

Şîraz bi babetên balkêş ên dîrokî, hunerî û wêjeyî di dirêjatîya salê da bala gellek geştyarên ji hundur û derveyî welêt nemaze yên ji welatên ereb dikişîne.

 

Serepeyv