Çile 16, 2023 18:20 Asia/Tehran
  • Nûnerê payebilind ê Meclîsa Îranê: Inglîs ji ber têkçûna istixbaratî hêrs e

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê tekez kir: Inglîz ji vêya ku sîxorê wê hatiye darvekirin nerihet nîne û hertim ji bo bidestxistina armancên xwe mirovan dike gorî, lê ji têkçûna istixbaratî hêrs bûye.

Îbrahîm Ezîzî Cîgirê Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê wek berteka li hemberî darvekirina sîxorê inglîzî li Îranê, got: Em li gorî qanûnên welêt û li gorî berjewendiyên neteweyî û bi mebesta parastina nirxên îslam û Înqilaba Îslamî pêngav radikin; di halekî da ku welatên rojavayî di bin navê hin mijarên têkildarî mafên mirov zilmeke giran li mafên tevahiya mirovahiyê dikin.

Ezîzî her wiha got: Li seranserî cîhanê bi tundî li hemberî kesên sîxor disekinin û eva prensîbeke navneteweyî ye ku hatiye qebûlkirin.

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha got: Inglîs nîgeranê Ekberî û yên wekî wî nîne, ji ber ku inglîzî bi giştî kirêgirtiyên xwe ji bo bidestxistina armancên xwe dikin qurbanî.

Elîreza Ekberî sîxorê Servîsa Istixbarata Nihênî ya Inglîzê vê dawiyê li Îranê hat darvekirin.

Serepeyv