Çile 16, 2023 15:19 Asia/Tehran
  • Dirêjahiya Şebekeya Belavkirina Gaza Xwezayî li welêt gihîşte 480 hezar kîlometrî

Wezîrê Niftê yê Îranê got: Gaza xwezayî gihîştiye derdora 36 hezar û 365 gund û hezar û 224 bajarên welêt û dirêjahiya şebekeya belavkirina gaza xwezayî li Îranê derdora 480 hezar kîlometrî ye ku li cîhanê bêmînak e.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Cewad Ocî Wezîrê Niftê yê Îranê got: Niha Şebekeya Gazê ji bilî şaristana Torbeta Camê (li parêzgeha Xorasana Rezewî) li seranserî welêt mayînde û pêkvegirêdayî ye û derdora 17 hezar ji aboneyên vê şaristanê ji nêmeta gazê sûd werdigirin û hevkarên me li Kompaniya Gazê û Kompaniya Palavtin û Belavkirinê hemî hewla xwe bi kar tînin da ku vê şaristanê li şebekeya gazê girêbidin.

Ocî got: Di sirr û seqema bêmînak a vê dawiyê da navgîna germahiyê li 20 parêzgehan 10 dereceyan gihîşte bin sifir û ji roja Pêncşemiyê va îdxalkirina gazê ji Tirkmenistanê hat qutkirin; ji ber ku ew jî tûşî kêşeyê bûne û gaza malan li wî welatî jî qut bûye, loma hinardekirina gaza xwe rawestandin.

Wezîrê Niftê yê Îranê got: Ji ber sirr û seqema giran li welêt tenê ji roja Şemiyê va şaristana Torbeta Camê tûşî kêşeyê bû; vêca hevkarên me dest bi belavkirina nift û kepsûlên gazê bi awayê belaş kirin û Kompaniya Niftê jî nêzikî 17 hezar sobeyên elektrîkî û niftî amade kirin.

Wî got: Şaristana Torbeta Camê dawîn niqteya şebekeya belavkirina gazê û hevsînor digel welatê Efxanistanê ye û destûr ji bo boriyeke bihêz a veguhestina gazê ji Ferîman an Meşhedê bo Torbeta Camê hatiye dayîn da ku sala bê kêşeyek li vê şaristanê dernekeve.

 

Serepeyv