Çile 14, 2023 13:45 Asia/Tehran
  • Bayê milyonek û 600 hezar ton madeyên madenî ji Bûşêhrê va hatiye hinardekirin

 Rêveberê Giştî yê Bender û Geştên Deryayî yê Parzêgeha Bûşêhrê ragihand ku di dereqa yek sala buhurî de, bayê milyonek û 600 hezar ton madeyên madenî û kanzayî ji parêzgeha Bûşêhrê va hatiye hinardekirin.

Muhnemed Şekîbî-Neseb got: “Welatên derdora Kendava Farsê, ji wan Kuweyt, Îmarat, Qeter, Hindistan û hejmarek ji welatên efrîqî, ji van welatên sereke ne ku ji parêzgeha Bûşêhrê va madeynên kanzayî bo wan tê hinardekirin.”

 Wî her wiha got: “Klînkêr, simît û kils ji wan madeyên kanzayî ne ku ji navenda benderî ya ‘Nêgîna Bûşêhrê’ va tên hinardekirin.”

Rêveberê Giştî yê Bender û Geştên Deryayî yê Parzêgeha Bûşêhrê diyar kir: “Projeya çêkirina yekim termînala taybetî hinardekirina madeyên kanzayî li Parêzgeha Bûşhirê niha bi lezgîneyeke pir baş di halê cihhtainê de ye û tê texmînkirin di destpêka sala nû ya Koça Tavî de, xebata xwe dest pê bike.”

Şekîbî-Nesebi her wiha got: “Dirêjahiya vê iskileyê 120 û panatiya wê bi qasî 20 mêtrî ye û gemiyên 35 hezar tonî jî dikarin li wir bisekinin.”

 

 

Serepeyv